خرید بک لینک

Li Parlamentoya Tirkiyeyê du parlamenterên kurd li ser kurdî li hev ketin!

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê Rûdawê, duh li Parlamentoya Tirkiyeyê de parlamenterê HDPê yê Wanê Ademî Geverî, bi kurdî axivî lê rastî nerazîbûna parlamenterê AKPê yê bajarê Meletyayê Ahmet Aydin hat.

Ahmet Aydin, ku alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyê ye jî, duh serokatiya civîna parlamentoyê dikir. Dema Adem Geverî bi kurdî axivî, Aydin nerazîbûn nîşan da û got, bi zimanekî biaxive ku hemû jê fêm bikin!

Lê Geverî guh neda wî û axaftina xwe domand. Cardin wî parlamenterê AKPê hişyarî da Adem Geverî û jê re got, zimanê fermî tirkî ye. Ji xeynî tirkî ti zimanekî din di deftera parlamentoyê de nayê tomarkirin, vêca li gorî wê tevbigere.

Di deftera parlamentoya Tirkiyeyê de zimanê kurdî wek “X” (tişta ku nayê zanîn) tê tomarkirin.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî, bi tirkî jî axivî û got, hûn dizanin di cihekî wiha de axaftin ji bo kurdekî zehmet e. Axaftina bi zimanê dayîkê, mafekî min ê rewa, dewmokratîk û îslamî ye û qanûneke faşîst û serkutker nikare pêşiya vî mafê min bigire.

Piştî Geverî, parlamenterê kurd ê AKPê jî got, ez jî kurd im û ez piştre fêrî tirkî bûme. Lê niha li hember me qanûnek heye.

کۆدی بابهت: 54075 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۹ | کاتژمێر: 15 : 22

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 19 اسفند 1394 ساعت: 18:27

صفحه بندی