Waliyê Kilîsê Îsmaîl Çatakli diyar kir ku ji ber guleya roketê ya ji Sûriyeyê hat agirkirin û li navenda bajarê Kilîsê ket 6 kes birîndar bûn.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, walî Çatakli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li cihê guleya roketê lê ket tewdîrên hewce dikin hatin hildan.
Çatakli got: "6 birîndarên me hene û rewşa 5 kesan niha başe."
Guleya roketê ya ji aliyê Sûriyeyê hatibû agirkirin li kuçeya Tekkeyê ya Taxa Canpolatê ya nêzî Sabah Pazariyê ye ketibû.
کۆدی بابهت: 63257 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱ | کاتژمێر: 23 : 5
برچسب:
نویسنده: استخدام کار