Qontarê Çiyayê Bagokê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin û piştî bombebaranê li herêmê şewat derket.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, balafirên şer ên artêşa tirk li qontara Çiyayê Bagokê herêma dikeve navbera gundên Xirbêmişka, Sêdirê û Marînê yên navçeya Nisabîna Mêrdînê bombebaran kirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin bombebaran şevê din derdora saet 24.00-01.00'an de pêk hatiye û piştre li herêmê şewat derketiye. Welatiyên herêmê dema xwestin biçin agir vemirînin ji hêla cendirmeyan ve hatin astenkirin.
Şewata ku derketî her diçe li heremê belav dibe û cendirme destûrê nadin welatî agir vemirînin.
کۆدی بابهت: 63256 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱ | کاتژمێر: 22 : 41
برچسب:
نویسنده: استخدام کار