Li Sêrtê li dijî lûleya gaza xwezayî ya Botaşê ku tê navenda Sêrtê û navçeya wê ya Misircê, çalakiya sabotajê hat lidar xistin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, şervanên PKK`ê 20 kîlomîtroyan dûrî istasyona Şîrketa Gaza Xwezayî ya Sêrt-Êlihê, li dijî xeta lûleyê ya xaza xwezayî bi teqîmeniyên destan çalakiya sabotajê li dar xistin. Hat diyarkirin ku bi vê çalakiya sabotajê herikîna gaza xwezayî ya ji bo navenda Sêrtê û navçeya wê ya Misircê hat rawestandin. Hat gotin ku piştî teqîneyan leşkerên ku sewqê herêmê hatin kirin, dest bi operasyonan kirin.
کۆدی بابهت: 63611 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۰ | کاتژمێر: 17 : 1
برچسب:
نویسنده: استخدام کار