Ji ber operasyonên leşkerî, li gundên navçeyên Lîce û Hênê, qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, qedexeya derketina derve bênavber berdewam dike. Di çarçoveya vê yekê de Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de got ku wê li 13 gundên navçeyên Lîce û Hênê yên Amedê operasyon bêne lidarxistin û destînşan kir ku ji ber vê yekê li van gundan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera walîtiyê hate weşandin de, li gundên Çemê Elîka, Xiraba, Korxa, Marke, Xweylîn, Xanakelê, Dêrqam û Comelaş ên girêdayî Lêce û gundên Nêrba Topalan, Şelê, Babex, Serd û Tewîl ên girêdayî Hênê îro ji saet 05:00’an heta fermana duyemîn “qedexeya derketina derve” hat raghandin.
کۆدی بابهت: 63609 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۰ | کاتژمێر: 16 : 47
برچسب:
نویسنده: استخدام کار