Fermandeyê Pêşmerge li Çiyayê Şingalê dibêje eger PKK hêzên xwe ji Çiyayê Şingalê dernexîne tirsa wê heye ku Tirkiye êrişî wêderê bike.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zaê Bas News`ê, fermandeyê pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji malpera iraqî ya “SomeriaNews” re ragihandiye ku hêzên PKK`ê li Çiyayê Şingalê roleke negatîf dilîzin ji ber ku ew der tûşî metirsiyê kirine.
Qasim Şeşo her wiha gotiye: Eger PKK hêzên xwe ji Çiyayê Şingalê dernexîne tirsa wê heye ku Tirkiye êrişî wir bike û wêderê bike meydana şer.
Şeşo aniye ziman ku piraniya kurdên êzidî naxwazin PKK li Çiyayê Şingalê bimîne lê PKK li wêderê serbazgeh ava kiriye û bi dehan keç û xortên êzidî çekdar kirine, ev jî li dijî qanûnên navdewletî ye.
Wî fermandeyê êzîdî daye zanîn ku PKK xem û kulên kurdên êzîdî bo berjewendiyên xwe yên teng bikar tîne.
کۆدی بابهت: 63662 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۱ | کاتژمێر: 16 : 2
برچسب:
نویسنده: استخدام کار