خرید بک لینک

Desthilatdariya AKP'ê piştî li Êlihê qeyûm tayînî şaredariya Êlihê kir, Mala Gel a Mûsa Anter jî mor kirin. Piştî Mala Gel a Mûsa Anter a perwerdehiyê hat morkirin, kursiyerên Mala Gel a Mûsa Anter li baxçeyê dest bi perwerdehiya xwe kirin û li vir xebatên xwe berdewam dikin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, wWezîrê karên hundir di 11'ê Îlonê de qeyûm tayînî 25 şaredariyên DBP'yî kir. Piştî qeyûm tayînî şaredariya DBP'ê ya Êlihê hat kirin, 4 malên gel ên li Êlihê jî hatin girtin û deriyê wan hatin morkirin. Dersxaneyên mala gel jî hatin girtin. Mala Gel a Mûsa Anter piştî ku hat morkirin, şagirt perwerdehiyên xwe berdewam dikin. Koma Folklorê ya ji 17 kesan, koma erbaneyê ya ji 14 kesan, koma tembûrê ya ji 10 kesan û koma gîdarê ya ji 14 kesan pêk tê xebat û qursên xwe yên çand û hunerê li baxçeyê Mala Gel a Musa Anter berdewam dikin.

Kursiyerên Mala Gel ên kargeriyên erbane, gîtar, folklor û tembûrê li baxçeyê xebaten xwe dimeşînin û eleqeya welatiyên derdorê dikişînin ser xwe. Şagirt û kursiyerên ku li baxçeyê xebatên xwe dimeşînin dîmenên rengîn ava kirin.

Qeydên kursên şano jî piştî tayînkirina qeyûmê ya Midûrê Şanoya Bajar nehat destpêkirin. Hîndekar û kursiyer dê xebatên xwe yên perwerdehiyê heta Mala Gel vebe li derve bidomînin.

کۆدی بابهت: 63660 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۱ | کاتژمێر: 15 : 49

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 11 مهر 1395 ساعت: 10:47

صفحه بندی