Xelkê Kolombiyayê peynama aşitiyê ya di navbera hikûmet û Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) de pesend nekir.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, hikûmetê peymana ku hefteyek berê bi FARC`ê re îmze kiribû, pêşkêşî raya gel kir, lêbelê di referandûmê da bi ferqeke hindik dengê "nexêr" derket.
Piştî girtina sandoqan 2 saet şûnda encamên ne fermî hatin ragihandin û li gorî vê kolombiyayiyan ji sedî 50.24 ji aşitiyê re got "nexêr". Piştî ragihandina encaman, gelek kolombiyayiyên ku kampanyaya "na" dimeşandin, şa bûn.
Peymana ku di navbera hikûmet û FARC`ê de hatibû îmzekirin dê dawî li pevçûnên 52 salan ên di navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên FARC`a Marksîst-Lenînîst de bianiya. Li gorî peymanê FARC`ê dê çek dayniya û tevî pergala siyasî bûya.
Dihat gotin ku xelkê gundnîşîn li hemberî peymanê ye
Beriya referandûmê anketan dengê "erê" wekî ji sedî 66 nîşan didan. Lê herwisa dihat destnîşankirin ku anket li bajarên mezin tên kirin û li deverên gundnîşîn ku bi taybetî şideta FARC`ê li van deran rû dabû, xelk li hemberî peymanê ye.
Li Kolombiyayê ji 1964`an û vir ve di navbera FARC û hikûmetê da şerê navxweyî didome û tê diyarkirin ku di van pevçûnan da nêzîkî 250 hezar kes mirine û 6 milyon kes jî koçber bûye.
کۆدی بابهت: 63692 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۲ | کاتژمێر: 19 : 4
برچسب:
نویسنده: استخدام کار