خرید بک لینک

Polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn a li Qoserê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî weşan dikir de girt û deriyê wê mohr kirin.

Li gorî rapora Kurdpess`ê ji zarê DÎHA`yê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan bi ser avahiya Radyo Rengîn de girtin. Polîsên ku bi hinceta biryara dozgeriyê ya girtinê heye bi ser avahiya radyo de girtin, lêgerîn pêk anîn û piştî lekolîna polîsên maliyê deriyê avahiya radyo mohr kirin. Radyo Rengîn li Qoserê bi kurdî, erebî û tirkî weşan dikir û radyoya herî zêde dihat guhdarkirin bû.

Desthilatdariya AKP'ê di 28'ê îlonê de radyoyên dijber ên wekî Radyo Ses, Radyo Dunya, Radyo, Ozgur Guneş Radyo, Radyo Karacadag, Radyo Yon, Radyo Ozgur û Radyo Dogu ku bi gelek zimanan weşanên herêmî dikirin girtibûn. Herî dawî Radyo Rengîn jî hat girtin.

کۆدی بابهت: 63691 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۲ | کاتژمێر: 18 : 53

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 12 مهر 1395 ساعت: 11:43

صفحه بندی