Yek ji festîvalên fîlman ku niştecihên Stenbolê bi meraqî li bendê dimînin destpêkir.
Festîvala bi navê Fîlmekîmi ango Cotmeha Fîlman, bi beşdariya 12 fîlmên ku namzetên Oscarê ne perdeyên xwe vekirin.
Festîvala ku 11mîn car alternatîfên balkêş pêşkêşî sînemahezan dike dê mazûvaniya 51 fîlmên ji çar aliyê cîhanê bike. Festîvala dê 10 rojan berdewam bike û di heman demê de li bajarên weke Eskîşehîr, Enqere, Bûrsa û Îzmîrê jî bi rê ve diçe.
Festîval ji aliyê Weqfa Çand û Hunerî ya Stenbolê tê organîzekirin.
Di çarçoveya festîvalê de xelatkirin, merasîmên mezin û beşdariya derhêner û sînemageran nîn e. Lê fîlmên ku di sala dawiyê de di festîvalên weke Oscar, Palmiyeya Zêrîn, Hirçê Zêrîn û herwekîdin de hatine xelatkirin, pêşkêşî temaşevanan têne kirin.
کۆدی بابهت: 63844 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۷ | کاتژمێر: 9 : 47
برچسب:
نویسنده: استخدام کار