خرید بک لینک


Li Enqereyê 2 teqîn

Li paytexta Tirkiyê Enqerê otomobîlekî bombebarkirî teqiya û kuştî û birîndar hene.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, li navçeya Haymana ya Enqerê, dema hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin, otomobîlekî bombebarkirî hate teqandin.

Waliyê Enqerê Ercan Topaca çû cihê bûyerê û ragihand, “Li ser îxbarê hêzên ewlekariyê li Haymanayê dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de du xwekujan xwe teqand.”

Walî da zanîn ku yek ji xwekujan jin e û yê din jî kesekî bi navê Harun Arslan e û xelkê Bîngolê ye.

Li gorî gotina Ercan Topaca dibe ev kes endamên PKK`ê bin.

Derbarê hejmara kuştî û birîndaran de hê jî ti agahî nehatine stendin.

کۆدی بابهت: 63843 | بهروار: ۱۳۹۵/۷/۱۷ | کاتژمێر: 9 : 42

ناردنی بۆچوون

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 17 مهر 1395 ساعت: 2:21

صفحه بندی