Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê bakûr ve jî hat destpêkirin
Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê bakûr ve jî hat destpêkirin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê bi dirûşmeya ‘Em hatin Neynewa’ îro têkildarî operasyona rizgarkirina Mûsilê daxuyaniyek nivîskî weşand. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Eniya bakûrê Mûsilê, operasyona rizgarkirina Mûsilê destpê kirine.
Herwiha berdevkê fermî yê Heşd El-Şeebî di 29’ê cotmehê de diyar kir ku operasyona rizgarkirina Mûsilê ji eniya rojavayê Mûsilê ve, dest pê kiribû.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê 14 roj li pey xwe hişt.
کۆدی بابهت: 64758 | بهروار: ۱۳۹۵/۸/۱۰ | کاتژمێر: 19 : 14
برچسب:
نویسنده: استخدام کار