خرید بک لینک

Di encama biryara binçavkirinê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, parlamenterên HDP’ê hatin binçavkirin. Polîsan avêtin ser malên hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdax û Selahedîn Demirtaş. Polîsan li kesên li mala Yuksekdax bûn xistin û Yuksekdax binçav kirin. Selahedîn Demîrtaş jî piştî lêgerîna li mala wî, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, wekîlên HDP’yî yên ku piştî serdegirtinan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin ev in: Hevserokên giştî Fîgen Yuksekdax û Selahedîn Demîrtaş, cîgirê serokê Koma HDP’ê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, parlamenterên Amedê Nûrsel Aydoxan û Ziya Pîr, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encû, parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê Êlihê Mehmet Alî Aslan, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureya Onder, parlamenterê Colemêrgê Ebdulah Zeydan.

Tê gotin ku biryara binçavkirina hemî parlementerên HDP`ê ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye derxistin.

کۆدی بابهت: 64901 | بهروار: ۱۳۹۵/۸/۱۴ | کاتژمێر: 9 : 42

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 14 آبان 1395 ساعت: 14:06

صفحه بندی