خرید بک لینک

Tîma Keskesor a Amedsporê ji bo ku vê hefteyê ji Fatîh Karagumruksporê bibe û 3 puwanan bi dest bixe, rahênanên xwe bi şev û roj berdewam dike. Alîgirên Amedsporê jî dibêjin, ew dê vê heftiyê jî bi ser bikevin û di lîga 2’emîn de bibin pêşeng.

Tîma Amedsporê ku di 9 lîstikên dawiyê de tenê carek wenda kiriye, ji bo ku di lîga 2’emîn de bibe pêşeng, li ser rahênanên xwe berdewam e.

Eger Amedspor vê heftiyê ji Fatîh Karagumruksporê bibe û 3 puwanan bi dest bixe û tîma pêşeng jî têk biçe, dê vê heftiyê pêşengiyê ji Keçîorengucu bistîne.

Serokê Komeleya Alîgirên Amedsporê, Ramazan Tugay li ser xweamadekirina tîmê û rahênên wê ji Rûdawê re axivî û got: “Xelk û alîgirên Amedsporê jî ji serkevtinên tîma xwe kêfxweş in. Ew bawer dikin ku Amedspor dê vê heftiyê jî 3 puwanan bistîne û di lîgê de jî bibe şampiyon.”

Tîma Amedsporê ev 2 sal in, ku tim di rojeva kurdan de ye û di 9 lîstikên dawiyê de 5 serkevtin, 3 beramberî bi dest xistine û tenê di lîstikekê de puwan wenda kir. Eger Amedspor vê serkevtina xwe bidomîne, dê hem bibe pêşeng û hem jî şampiyoniyê bi dest bixe.

کۆدی بابهت: 64900 | بهروار: ۱۳۹۵/۸/۱۳ | کاتژمێر: 18 : 48

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 14 آبان 1395 ساعت: 14:06

صفحه بندی