Li ser daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da ku gotibû ‘Hewce bike ew ê li hemberî PKKê hêzê bikar bînin'. KCK dibêje ku ‘PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şengalê vala bike'.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh ji Al Monitorê re axivî û ji bo hebûna PKK li Şengalê gotibû ku divê Şengalê vala bikin, heke vala nekin ew ê hêzê li hemberî wan bikar bînin. Li ser vê daxuyaniya Barzanî, berdevkê KCK`ê Serhat Varto ji televizyona Herêma Kurdistanê NRT TV`yê re axivî. Varto diyar kir ku hêza ku Şengalê parast û ji destê DAIŞ`ê rizgar kir PKK bû û heya metirsî li ser Şengalê hebe ew dê di parastina êzidiyan da berdewam bin û Şengalê vala nakin.
Serhat Varto diyar kir ku pêdivî ye hemî alî bi hev re çareseriyeke bingehîn ji bo Şengalê bibînin û pêdiviya xelkê êzidî bi hêzeka xwecihî û xweserî heye ku karibe li hember her metirsiyekê xwe biparêzin û ew yek jî bi bi yekîtiya netewiya navbera hemû partiyên siyasî dibe.
Varto daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî bi rewşa li Herêma Kurdistanê ve girê da û wiha got: "Niha nerazîbûnên zêde li hember desthelata Partî li Herêma Kurdistanê heye. Gelek qeyranên darayî û siyasî hene ku Partî nekare hêzê li hember PKK`ê li Şengalê bikar bîne. Lê axaftinên Nêçîrvan Barzanî, axaftinên Erdoxan û hikumeta AKPê ne."
Serhat Varto di dawiya axaftina xwe da dazanîn, niha siyaseta AKP`ê li navçeyê vala derketiye û hêzek ku pişta xwe pêve girê bide dê qedera wan jî wekî ya AKP`ê be.
کۆدی بابهت: 66683 | بهروار: ۱۳۹۵/۱۰/۵ | کاتژمێر: 14 : 30
برچسب: kck pkk nedir,kck pkk ne demek,
نویسنده: استخدام کار