خرید بک لینک

Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku şerên di navbera endamên PKKê û hêzên tirk ên li bajarên Wanê û Colemêrgê de 5 leşkerê wan jiyana xwe ji dest daye, 5 leşker jî birîndar bûne.

Serfermandariyê eşkere kir ku li çoltera taxên Gulizar û Çaldiranê ya Wanê di navbera hêzên wan û endamên PKKê de şer derketiye û di encamê de jî 3 leşker û cerdevanekî jiyana xwe ji dest daye, 4 leşkerê wan jî birîndar bûne.

Herwiha Serfermandariyê diyar kir ku di şerê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de jî leşkerekî wan jiyana xwe ji dest daye, yek jî birîndar bûye.

Li gorî ragihandina Serfermandariya Artêşa Tirkiyeyê di şerên her du bajaran de jî 9 endamên PKKê jiyana xwe ji dest daye.

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 73719 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۴ | کاتژمێر: 18 : 57

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 5 خرداد 1396 ساعت: 2:03

صفحه بندی