خرید بک لینک

Şervanên QSD’ê gundê Gidêranê yê bakurê Bendava Azadî rizgar kirin. Di şer de 10 çete hatin kuştin. Bi rizgarkirina gund re, bakurê Bendava Azadî jî bi temamî ji çeteyan paqij bû.

Pêşdeçûna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê li bakur, rojhilat û rojavayê Reqqayê didome.

Baskê rojava yê Xezeba Firatê, ji bo rizgarkirina gundê Gidêran ku li bakurê Bendava Azadî dikeve, duh piştî nîvro ketin tevgerê. Di navbera şervanan û çeteyên di gund de xwe veşartibûn şer derket. Di encama şerê heta derengiya şevê ajotî de gundê Gidêran ji çeteyan hat paqijkirin. Bi rizgarkirina gund re bakurê Bendava Azadî jî bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Di şerê li gund de herî kêm 10 çete hatin kuştin. di lêgerîna li gund de termê 3 çeteyan tevî 6 çekên kalaşnîkof, 16 cercûrêb kalaşnîkof û 200 fişekên wê, 2 rext, 200 fîşekên BKC, roketavêjek RPG (B-7), 300 fîşekên çeka akeyis ketin destê şervanan.

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 73718 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۴ | کاتژمێر: 18 : 41

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 5 خرداد 1396 ساعت: 2:03

صفحه بندی