خرید بک لینک

Li derdora bajarê Helebê şerê di navbera hêzên Artêşa Sûriyê û çeteyan de gur dibe. Di encamê de kuştiyên her du aliyan hene, hejmarek welatî jî birîndar bûn.

Şevê din li gundewarên bajarê Helebê di navbera hêzên artêşê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de şer derket. Di şer de herdu aliyan çekên giran bikar anîn. Şerê li wan herêman hîn jî didome.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hêzên artêşê ji bajaroka Hadir bi çekên giran û topan êrîşî bajaroka EL-Eyis yê başûrê Helebê kirin, di encamê de 3 sivîl birîndar bûn.

Derbarê mijarê de, şerekî dijwar di navbera artêş û çeteyan de li derdora balafirên Cerah yên gundên rojhilatê Helebê derket. şer çend seatan dom kir, kuştiyên herdu aliyan çêbûn.

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 73717 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۴ | کاتژمێر: 18 : 40

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 5 خرداد 1396 ساعت: 2:03

صفحه بندی