Li Çiyayê Tendureka navçeya Bazîda Agiriyê di navbera çekdarên PKKê û artêşa tirk şer û pevçûn derket.
Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûn a navbera çekdarên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên berdest, çekdarên PKKê duhî li herêmê rê birîbûn û hinek wesayît şewitandibûn û li ser vê agahiyê artêşa Tirkiyeyê jî li herêmê operasyon dabû destpêkirin. Li herêma Çiyayê Tendurekê di dema operasyonê de di navbera çekdarên PKKê û leşkerên artêşê de şer û pevçûn derket. Li gorî agahiyên destpêkê di encama şer û pevçûnê de 2 leşkerên artêşê jiyana xwe ji dan û 4 jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî şer û pevçûna navbera çekdarên PKKê û artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Tendurekê dewam dike.
Koda kurmanciyê:70101
کۆدی بابهت: 73715 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۴ | کاتژمێر: 18 : 38
برچسب:
نویسنده: استخدام کار