Amadekariyên Dewleta Tirkiyeyê bo pêkanîna operasyoneke berfireh a leşkerî li navenda bajarê Şiexê berdewam in û hat zanîn ku rêveberî û saziyên hikûmetê li Şiexê bar dikin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, amadekariyên encamdana operasyoneke berfireh a leşkerên Tirkiyê li dijî endamên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û xendeq û barîkatan li navenda Şiexê didomin.
Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Şiexê ji Rûdawê re aşkere kir, Artêşa Tirkiyê ji duh Înê 11ê Adarê ve leşker, tank û wesayitên zêdetir ên leşkerî dişîne navenda Şiexê û li nav bajêr û derdora wê bicih dike.
Herwiha şandina tank û leşkeran bo nav Şiexê heya êvariya îro jî berdewam bûye.
Ji aliyekê din ve li 5 taxên Şiexê xendeq û barîkat pirr zêde bûne û heya ser cadeyên sereke jî xendeq û barîkat hatine çêkirin û ji aliyên endamên YPSê ve jî amadekariyên şer hatine pêkanîn.
Çavkaniyê Rûdawê ragihand, li 5 taxên Dîcle, Yenimahalle, Gazi, Bahçelievler û Yeşilyurt xendeq û barîkat hatine çêkirin. Li gor zanyariyan, di nav 3-4 rojên dawiyê hejmara xendeq û barîkatan pirr zêde bûne.
Li gor agahiyan, rêveberiya parêzgehê û saziyên hikûmetê yên li Şiexê ber bi navçeyên din ve tên veguhastin û proseya veguhastina saziyên dewletê dest pê kiriye.
Hat zanîn, îdareya taybet a parêzgeha Şiexê li navenda bajêrê Şiexê derketiye û li navçeya Cizîrê bicih bûye. Herwiha Rûdawê ew agahî bi dest xistin, ku biryar e heya roja duşemî 14ê Adarê rêveberiyên Perwerde û Tendirsutî navenda Şiexê vala bikin û li navçeya Cizîrê bicih bibin.
Herwiha Walîtiya Şiexê jî dê ji navenda bajarê Şiexê ber bi navçeya Silopiyave ve bê veguhastin.
Ji aliyekê din ve Hikûmeta Tirkiyê ji nexweşxaneyan xwastiye, ku amadekariyên xwe bikin û nexweşên ku birînên wan giran nebin li nexweşxaneyan nerazînin.
Çavkaniyê Rûdawê ji nav Şiexê da zanîn, ku bi awayeke nefermî ji mamostayan re hatiye gotin, ku dikarin muhletê bistînin û biçin malên xwe û her ji ber wê jî pirraniya mamostayan ji Şiexê derketine.
Herwiha ezmûnên xwandekarên Şiexê bo navçe û parêzgehên din ên derdorê hatine veguhastin.
Herwiha xwandekarên polên 8 û 12ê jî dê li bajarokên Sêgirkê û Dêrgulê yên girêdayî Şiexê û herwiha li Êlihê berdewamî bi xwandina xwe bidin.
Ji ber amadekariyên bo ragihandina qedexeya derketina derve û destpêkirina operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, xelk ji Şiexê derdikevin.
Çavkaniyê Rûdawê got, navenda Şiexê hema hema vala bûye û tenê %10 an jî %15 xelkê tê de mane. Li gor agahiyan, xelkê ku ji navenda Şiexê derketine, ber bi parêzgehên Mêrsîn, Êlîh, Dîlok û herwiha navçeya Silopiya û gundên girêdayî Şiexê ve çûne û beşek ji wan jî li derdora bajêr çadir vedane.
Çavkanî: Rûdaw
کۆدی بابهت: 54164 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۲ | کاتژمێر: 20 : 59
برچسب:
نویسنده: استخدام کار