خرید بک لینک

Artêşa Koreya Bakûr ragihand, serokê Amerîkayê bi çekên atomî dilîze û xeta û xeletiya herî mezin dike.

Li gor çapemeniya Koreya Bakûr berdevkê artêşa Koreya Bakûr ragihand ku ceribandina mûşekên dijî mûşekên parzemînî ya ji aliyê Amerîkayê ve hewldaneke Amerîkayê ya spekûlekirina Koreya bakûr e.

Artêşa Koreya Bakûr girêdayî ti rêkeftineke navnetewî nabe û li gor wan Amerîka nikare pêşî li mûşekên wan ên atomî bigre.

Berdevkê Artêşa Koreya Bakûr amaje bi vê yekê jî kir ku rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump bê ku hest bikin ev rewş dê ber bi şereke atomî biçe û wiha got: ‘’Lîstokê bi agir dikin ango bi agir dilîzin û dê bibin sedem ku Amerîka bibe xwelî û bi wî rengî di dîrokê de xeletiya herî mezin dikin.’’

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 74162 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۱۳ | کاتژمێر: 15 : 16

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 14 خرداد 1396 ساعت: 11:47

صفحه بندی