Ezmûnên xwendekarên herdu qonaxên amadeyî û pêşesazî li 5 navendan, bi serpereştiya Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser li Efrînê birêveçûn.
Li gor sîstema perwerdeya Rêveberiya Xweser, xendekarên her pêkhateyeke kurd û ereb, bi zimanê xwe ezmûnên xwe pêşkêş dikin.
Rêvenera Navenda Ezmûnan Ciwana Şexo wiha got: “Îro ezmûnên bawernameya amadeyî wêjeyî-zanistî û pêşesazî destpê kirin, her pêkhateyek kurd û ereb bi zimanê xwe yê dayikê ezmûnên xwe pêşkêş dike, 600 xwendekar ezmûnan pêşkêş dikin, piştî ku ew xwendekar bawernameyan bidest xwe ve bînin, wê derbasî peymangeh û zankoyên kantona Efrînê bibin.
Ezmûnên qonaxa amadeyî li Efrînê di nava holan de bi hêminî tev digerin,bi serperiştia çavdêran ezmûn xweş birêve diçin.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 74161 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۱۳ | کاتژمێر: 15 : 14
برچسب:
نویسنده: استخدام کار