خرید بک لینک

Berdevkê QSD`ê Mîralayî Telal Silo, da zanîn ku ji bo bidawîkirina operasyona Cenga Mezin a rizgarkirina Reqqayê, tu dem jê re nejhatiye diyarkirin û gotegotên derbarê derketina çeteyan ji bajarê Reqqayê, derewandin.

Fermandariya Giştî ya QSD`ê îro bi daxuyaniyekê Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqqayê, raghand. Daxuyanî li bajaroka Hezîma ya bakurê Reqqayê hat dayîn. Piştî daxuyaniyê, Telal Silo pirsên rojnamevanan derbarê Cenga Mezin a rizgarkrina Reqqayê, bersivdandin.

Silo, di bersivên xwe de diyar kir ku pêngav ji aliyê rojhilat, rojava û bakurê Reqqayê ve hatiye destpêkirin û got:”Hêzên me li benda baskê rojava bûne ku bighêje bajar û bi vê yekê re”Cenga Mezin” hate destpêkirin.”

Berdevkê QSD`ê, derbarê bidawîbûna operasyona rizgarkirina bajar ev agahî dan û got: Ji bo bidawîbûna operasyona rizgarkirina bajarê Reqqayê, tu dem jê re nehatiye diyarkirin.”

Derbarê gotegotin, derketina DAIŞ`ê ji bajarê Reqqayê, Telal Silo got: “Gotegotin ku hêzên me bi çeteyan re rêkeftinek kiriye ku çete ji bajar derkevin, ev yek ne rast e. Ji ber ku ev yek ne li gorî rêgezên me ye û berpirsyartiya me derbarê gelê me ye.”

Silo di berdewamiya axaftina xwe de, bi bîr xist ku aliyê başurê Reqqayê beriya destpêkirina operasyona rizgarkirinê ji xwe vekiriye.

Mîralayî Telal Silo, di dawiyê de spasiya hemû rojnamevanên ku daxuyanî şopandin kir û got: “Em hêvî dikin ku di demeke nêz de em û ew li hundir bajarê Reqqayê yê rizgarkirî hev bibînin.”

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 74277 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۱۶ | کاتژمێر: 15 : 34

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 17 خرداد 1396 ساعت: 4:47

صفحه بندی