خرید بک لینک

Parlamenter û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku divê hesreta kurdan a dewletbûnê were bicihanîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê berisva pirsên Peyamakurd da û got: "Kurd li Rojhilata Navîn xelkekî gelekî girîng in. Şertê dewletbûna Kurdistanê çêbûye û divê hesreta kurdan a dewletbûnê were bicihanîn.

Ahmet Turk di berdewamiya axaftina xwe ya pirsên Peyamakurd de got: "Kurd li Rojhilata Navîn xelkekî xwedî aktor û gelekî girîng in. Bi 40 milyon nifûsa xwe piştî nifûsa ereb civak û xelkê herî girîng e. Lê mixabin ji demên dirêj ve nebûye xwediyê statûyekê û li hemû coxrafiya ku lê jiyane rastî înkar û asîmîlasyonê hatine."

Turk di dirêjiya axaftina xwe de got: "Lê li Başûrê Kurdistanê hinek şert û merc ji bo referandumê û dewletbûnê derket holê û niha musaîd e. Rêvebiriya kurdistanê ev şert ji xwe re çêkirin û niha ber bi referandumekê ve diçe. Helbet mafê kurdan e dewletbûn, wekî her gelî mafê wan e ku bibin xwedan dewlet. Lê dema ku ev biryar were dayîn divê danûstandineke baş were kirin. Yanî divê bi partî, rêxistinên sivîl, akademîsyen, zanîngeh û hemû derdorên Kurdistanê re hisabê kar û zirara wê bike."

کۆدی بابهت: 75152 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۳۱ | کاتژمێر: 18 : 13

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 31 خرداد 1396 ساعت: 23:29

صفحه بندی