Elî Larîcanî, Serokê eclisa Îranê di hevdîtitina li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî de got ku şerê li dijî prçebûna Iraqê pir girîng e û perçekirina Iraqê bername û plana Rejîma Îsrayîlê ye.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji Mala Gel(Meclisê), Elî Larîcanî Serokê Parlemana Îranê di hevdîtina li gel Heyder Îbadî de got: Îran ti carî nabûye amûrê destê welatên ku bi tero û terorîsatan diliîzin û em Iraqê hevalbend û dostê xwe dibînin û di şerê li dijî terorl de em ê li kêleka we bin.
Larîcanî wiha dewam kir: Terorîstên Tekfîrî ji bo Iraqê planên wan hene, yek ji wan jî ew e ku dixwazin kêşeyên navxweyî çê kin da ku bi vî awayî perçebûna Iraqê bînin rojevê û ev jî tam tişteke ku Rejîma Seyonîst a Îsrayîlê dixwaze û ti xêra wê ji bo aliyekî nîne.
Planeke din jî ew e ku dixwazin Iraqê û dewleta Iraqê qels bikin da ku nikaribe li derveyî sînorên xwe bandore wê hebe, ji ber ku Iraq welatekî demokratîk e û dikare bandoreke baş û erênî li welatên navçeyê bike.
Koda Nûçegihan: 70101
کۆدی بابهت: 75151 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۳۱ | کاتژمێر: 18 : 7
برچسب:
نویسنده: استخدام کار