خرید بک لینک

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo serkeftinên dewlet, artêş û hezên xelkî yên Iraqê li hember terorîsmê pîrozbahî li serokwezîrê Iraqê kir û û got azadiya Mûsilê û dawîlêhatina DAIŞ`ê sembola serkeftina Iraq, Îran, Sûriye û hemû hikûmetên navçeyê ye ku li hember terorê şer dikin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji Navenda Ragehandinê ya SerokomarÎ, Dr. Hesenê Rûhanî Serokomarê Îranê di hevdîtina li gel Heyder Îbadî de got ku em ji bo xebata li dijî terorê hertim li gel millet û dewleta Iraqê ne.

Rûhanî got: Bûyerên terorî û çalakiyên terorîstan li navçeyê beşek ji nexşeya Rejîma Îsrayîlê ye û nabe ku şerê li dijî trorê bibe sedem ku em meseleya Qudis û Filistînê û herwiha xetereya Rejîma Sehyonîst ji bîr bikin.

Serokomar got ku Iraq û Îran xwedî hevpariyên dîrokî, çandî û olî ne û divê hêsankarî bê kirin da ku hevwelatiyên herdû welatan jî bi rehetî bên û biçin.

Serokomarê Îranê destnîşan kir ku divê yekîtî û yekperçebûna welatên navçeyê bê parastin û ti guhertin di sînorên coxrafî de çê nebin ji ber ku ev yek qazancê nagihîne ti aliyekî û welatekî û nayl qebûlkirin û em wekî Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya Iraqeke yekgirtî û yekpreçe dikin.

Koda Nûçegihan: 70101

کۆدی بابهت: 75150 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۳۱ | کاتژمێر: 17 : 44

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 31 خرداد 1396 ساعت: 23:29

صفحه بندی