Rojnameyên ereban di weşanên xwe yên îro de, pêşveçûnên Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê, şerê li çolistana Sûriyê, veqetandina ji desteya danûstandinan, her wiha aloziya Amerîka û Rûsiya derbarê Sûriyê de girtin dest.
Têkildarî pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqayê, Rojnameya El-Heyat, nivîseke bi sernavê “Hêzên Sûriya Demokratîk dike, ji çar aliyan ve Reqqayê dorpêç bike” belav kir. Di nivîsê de wiha hate gotin: “Şerê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û DAIŞ‘ê li bajarê Reqqayê bi dijwarî rû da. Çavaniyekî ji opozisyonê got ku çend mitir ma ku bajarê Reqqayê bi temamî were dorpêçkirin û destnîşan kir ji aliyê başûr ve, Hêzên Sûriya Demokratîk kêmî du kîlometreyan nêzî çemê Firatê bûne.. Bi wê awayê dike ku bajarê Reqqayê bi temamî were dorpêçkirin.”
Rojnameya El-Şeriq El-Ewset, behsa şerê li Reqqayê, nivîsek bi sernavê “DAIŞ‘ê êrîşeke dijber bir ser bajarê Kevin ê Reqqayê” avêt. Di nivîsê de wiha hate gotin: “Şerê li Reqqayê berdewam e. DAIŞ li derdora bajarê Kevin êrîşeke dijber bir ser bargehên QSD‘ê, di heman demê de Hêzên Sûriya Demokratîk pêveçûnên xwe yên li taxên Berîd û Qadisiyê yê başûrê Reqqayê didomîne.”
Rojnameya Ereb El-Lunduniyê ji aliyê xwe ve, nivîseke bi sernavê “Şervanên ji Reqqayê di xewna vegera Reqqaya rizgarkirî de ne ” weşand. Di nivîsê de wiha hate gotin “Li deriyê ketina bajarê Reqqayê yê Rojava, Elî Hisên Xelîl û çend hevalên wî yên di nava QSD‘ê de xwe amade dikin biçin eniya şer û li benda ku vegere mala xwe ya li wargeha DAIŞ‘ê ye ku beriya sal û nîvekê jê reviya bû, ye.”
Aloziya li çolistana Sûriye
Têkildarî rewşa Sûriyeye, Rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê “Li bejahiya Sûriyeye, nakokiyên Amerîka- Îranê” belav kir. Di nivîsê de hate gotin “Aloziya li çolistana Sûriyê, di navbera Koalîsyona Navnetewî ya ku Neteweyên Yekbûyî serkêşiya wê dike ji aliyê ve û Îran û hêzên rêjîma Sûriyeye ji aliyekî din duh, dijwar bû, ev yek piştî ku Koalîsyona Navdewletî îlan kir ku wan balafireke Îranê bê pîlto dema hewl da li ser bargeha leşkerî li nêzî sînorê Iraqê bigere, xistin.”
Veqetandina ji Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyeye
Rojnameya El-Qudis El-Erebî, nivîseke bi sernavê “Desteya Danûstandinan: Mûaz El-Xetîb, tenê di civînekê de hazir bû” belav kir. Di nivîsê de hate gotin “Serokê berê yê Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyey Mûaz El-Xetîb û Serokê Komîteya Qanûnî ya Desteya Danûstandinan Mihemed Husam Hafiz ji Desteya Bilind a Danûstandinên Sûriyeye vekişiyan û nêzîkatiyên siyasî yên di hundirê opozisyonê de û ne zelabûna tevgera desteyê şermezar kirin. El-Xetîb sedema istîfaya xwe bi aloziya kendavê red kir.”
Nakokiyên Amerîka- Rûsiya derbarê Sûriyê de
Rojnameya El-Zeman behsa mijarê, nivîsek bi sernavê “Kermelin nêzîkatiyên Koalîsyona Navdewletî li Sûriyê hişyar kir” avêt û got: “Kermelin ji ber nêzîkatiyên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, acizbûyîna xwe nîşan dan.”
Rojnameya El-Qudis El-Erebî,di bin sernavê “Sûriya: Amerîka balafirkeke Îranê li nêzî sînorê Iraqê xist û gefa ku ti êrîşan bê bersiv nehêle dixwe”
Rojnameya Raî El-Youm di nivîseke xwe de got “Artêşa Sûriyê, dest bi operasyona xwe ya leşkerî li dijî bargehên Cebhet El-Nusra li Cober û Ên Terma kir û wiha got “Çavkaniyeke leşkerî tekez kir ku artêşa Sûriyê duh seat di 06;00‘an de êrîş birin ser bargehên Cebhet El-Nusra yên li taxa Cober û Ên Erma yên Xuta El-Şerqiya ya Şamê.”
Çavkanî: ANHA
Koda Nûçegihan: 70101
کۆدی بابهت: 75148 | بهروار: ۱۳۹۶/۳/۳۱ | کاتژمێر: 15 : 38
برچسب:
نویسنده: استخدام کار