Êvara şemiyê li navenda propagandayên hilbijartinê ya Yekîtiya Kurdên Tehranê merasîmek bi beşdarbûna hejmarek zêde ya şêniyên Tehranê hat lidarxistin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, di vê merasîma ku bi beşdarbûna gel, kesayetiyên navdar ên welêt û hin endamên lîsteya Yekîtiya Kurdên Tehranê hat lidarxistin de, axaftvanan beşdarbûna xurt a gel di hilbijartinan de ji bo şandina namzedên minasib bo parlementoyê girîng nirxandin.
Di merasîmê de ji bilî namzedên kurd, namzedên din ên lîsteyê jî axaftin kirin û li ser hevdengiya xwe ya li gel xwestekên neteweyên welêt teqez kirin û hilbijartin wekî pêngavek ji bo dabînkirina mafên hevwelatiyan dan zanîn.
کۆدی بابهت: 53322 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۳ | کاتژمێر: 19 : 45
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار