خرید بک لینک

Li ser rêya Dokan û Xelekan a Silêmaniyê, di encama bûyereke trafîkê de 7 kesên endamê heman malbatê canê xwe ji dest da.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, li ser rêya navçeya Dokan û bajarokê Xelekan a Silêmaniyê bûyera tratîkê bû sedema encameke dilsoj.

Berdevkê Polîsê Hatinçûnê yê Silêmaniyê Karwan Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 13:00ê îro Çarşemê 28-06-2017, li nêzîk gundê Pilîzele ya di navbera Dokan û Xelekanê de, otomobîleke cure toyota bi tankerekê veguhestina sotemeniyê qelipî.”

Mihemed da zanîn, ku di encama bûyerê de 7 endamên heman malbatê yên di nav otomobîla Toyota de jiyana xwe ji dest dane.

Karwan Mihemed diyar kir, ku di bûyerê de kêmasî ya şofêrê toyotayê bûye û kontrola otomobîlê wenda kiriye, lewma ev bûyer qewimiye.

Li gorî agahiyên Berdevkê Polîsê Hatinçûnê malbata di otomobîlê de bûne qurbanî, akînciyên Helebceyê ne.

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 75455 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۷ | کاتژمێر: 21 : 49

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 8 تير 1396 ساعت: 3:47

صفحه بندی