Netweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di meha Hezîrana 2017`an de, li Reqayê 173 welatiyên sivîl di encama êrîşên ser DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El-Huseynî 29ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku di heyama meha Hezîranê de ji ber êrîşên asmanî û operasyonên bejayî yên ku li ser DAIŞê li Reqayê hatine kirin, 173 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.
Zeyd Raad El-Huseynî bal kişand ser ku hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê êrîşên bejayî zêde kirine û di encama wan êrîşan de dora 100 hezar sivîl di rewşeke xerab de mane.
Herwiha El-Huseyn ji ber rewşa sivîlên li Reqayê bang li hemû aliyan kir ku jiyana sivîlên li Reqayê nexin xetereyê.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 75524 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۹ | کاتژمێر: 11 : 18
برچسب:
نویسنده: استخدام کار