Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratî li bajarê Girê Spî, 3 dewreyên perwerdê ji bo mamosteyan û amadekeriya şagirtên sala nû 2017-2018 vekir. di dewreyê de 1500 mamoste ji pêkhatiyên Kurd û Ereb beşdar dibin.
Tevgera Civaka Demokratîk, bi armanca amadekirina mamosteyan ji bo sala xwendinê ya 2017-2018`an li Girê Spî dest bi xebatê kir. Komîteyek ji bo perwerdê hat saz kirin û heta niha 3 dewreyên perwerdê vekirin, li bajarê Girê Spî 2 dewre ji bo mamosteyên pêkhateya Kurd û ya din ji bo pêkhateya Ereb hate vekirin, dewreyek din jî li dibistana Ebo Bekir EL-Sidîq li bajarokê Silûk ji mamosteyên Ereb û li bajarokê Hemam Tirkmen hate vekirin.
Di hersê perwerdeyan de 1500 mamoste têne perwedekirin, ewê hersê werzan ” seretayî, navîn û amadehî” bidin xwendin.
Di dewreyên ku wê 2 meh û nîvan dirêj bike, mamoste wê li ser waneyên ji metiryalên xwendinê ku wê li dibistanan werin dayîn, werin perwede kirin û çawaniya şagirt bidin xwendin.
Bi destpêkirina sala nû ya xwendinê wê mamoste li gorî pisporî û asta wan a zanistê li ser dibistanan werin belav kirin.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 75937 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۱۵ | کاتژمێر: 16 : 4
برچسب:
نویسنده: استخدام کار