Pêşketina şervanên QSD`ê di nava Reqayê de dewam dike û ji duh ve 36 çete hatin kuştin û 3 erebe yêk jê bombebarkirîbû hatin ruxandin.
Hemleya Rizgarkirina Reqa di roja 30’yan de bi hemû dijwariya xwe dewam dike û di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê şer bi giranî diqewimin. Di vê çarçoveyê de ji duh êvarê ve li gelek eniyan di navbera Şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerê giran rû didin.
Li aliyê başûrê bajar, li taxa Hîşam Ebdilmelik şer derket û şervanan 17 çete kuştin, erebeyeke bombarkirî jî ruxandin.
Li Rojavayê bajarê jî li taxa Qadisiyê, çeteyan di seatên sibehê de hewl dan êrîş bikin, lê şervanan yekser ferq kirin, bersiv dan û êrîşa çeteyan hat şikandin. Li taxa Reqaya Kevin ku şervan beriya sê rojan derbasî bûn, pêşketin dewam dike û şervanan mizgefta kevin dorpêç kirin û çete niha li wir hatine tengavkirin.
Li taxa Berîd a Bakurî bajar jî şer bi dijwarî diqewime û li wir jî 19 çete hatin kuştin, du erebe hatin ruxandin.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 75936 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۱۵ | کاتژمێر: 16 : 3
برچسب:
نویسنده: استخدام کار