خرید بک لینک


Li Şemzînanê teqîn

Li gundê Evliyan a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, di dema komkirina pincarê de mayinek teqiya û di encamê de hemwelatiyê bi navê Yunus Kaplan ê 19 salî, canê xwe ji dest da.

Îro danê sibê li gundê Evliyan a 40 kîlometreyan dûrê navenda Şemzînanê, hemwelatiyên bi navê Yunus Kaplan û Ferhat Kaplan ji bo komkirina giyayê baharê, derketine zozanên gund.

Di dema komkirina giya de mayinek teqiya û herdu ciwan jî birîndar bûn.

Li Nexweşxaneya Şemzînanê hemwelatiyê bi navê Yunus Kaplan jiyana xwe ji dest da.

Birîndarê dinFerhat Kaplan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Koda kurmanciyê: 70101

کۆدی بابهت: 76396 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۲۴ | کاتژمێر: 18 : 45

ناردنی بۆچوون

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: شنبه 24 تير 1396 ساعت: 23:28

صفحه بندی