Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) di şerê bajarê Mûsilê de 5 hezar û 805 hemwelatiyên iraqî canê xwe ji dest dan û 10 hezar avahî jî hilweşiyan.
Netewên Yekbûyî (NY) li ser şer û pevçûnên bajarê Mûsilê raportek weşand. Li gorî raportê zêdetirî 10 hezar mal û avahî hilweşiyane û di nava 4 mehên dawiyê de jî 5 hezar û 805 kesên sivîl jî li Mûsilê canê xwe ji dest dane.
Ji aliyê din ve Wezîrê Koç û Koçberî yê Iraqê Derbas Mihemed jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji destpêka şerê bajarê Mûsilê ji 17ê Cotmeha sala 2016an heta niha 940 hezar mûsilî ji cih û warê xwe
Li gor daxuyaniya Derbas Mihemed ji 940 hezar koçberên mûsilî 240 hezar jê vegeriyane malên xwe.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 76394 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۲۴ | کاتژمێر: 18 : 44
برچسب:
نویسنده: استخدام کار