Li gor daxuyaniya fermandarê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) Amerîka navendeke din a leşkerî li bakûrê Sûriyê çêdike.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê BasNews`ê fermandarekî HSDê di daxuyaniya xwe de dibêje: "Amerîka li nêzîkî bajarê Hesekê navendeka din a leşkerî çêdike û çêkirina wê jî hîn xilas nebûye. Navenda nû 40 km dûrî Hesekê û li rojavayê wî bajarî ye û balafirgeh jî tê de hene.
Fermandarê HSDê nexwast navê wî were eşkerekirin û got: "Tevlî vê navenda han dibe sêyemîn navenda leşkerî ya Amerîka. Navend di navbera bajarokên Til Temir û Til Beydir yên Hesekê de ye. Hêzên taybet yên Amerîka li wir bicîh bûne."
Wek tê zanîn Amerîka heta niha du navendên lêşkerî li bakûrê Sûriyê çêkirine. Yek jê li bajarokê Rimêlanê ye û ya din jî li bajarê Kobaniyê ye.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 76393 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۲۴ | کاتژمێر: 18 : 43
برچسب:
نویسنده: استخدام کار