Îro danê sibê li rawestgeha metroya Tehranê ya navçeya Şehrê Reyê kesekî bi kêran êrişî gel kir.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Navenda Ragihandinê ya Polêsê Tehranê ragihand ku îro şemiyê danê berî nîvro kesekî li rawestgeha metroyê ya Şehrê Reyê bi kêran êrişî gel kir ku rastî bersiva hêzên polês hat.
Di encama êrişa êrişkarê 40 salî de 4 kes birîndar bûn û êrişkar bi xwe jî ji hêla polêsan ve hat kuştin.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 76392 | بهروار: ۱۳۹۶/۴/۲۴ | کاتژمێر: 18 : 17
برچسب:
نویسنده: استخدام کار