Fermandarê Yekîneya Parastin a Gel (YPG) Sîpan Hemo rahihand ku eger êrişên li ser Efrînê û Şehbayê dewam bikin, dê ji operasyona Reqayê vekişin û got: "Me vê biryara xwe ji hêzên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike re ragihand. Me vê mijarê bi koalîsyonê re parve kir. Eger êrişa dewleta Tirkiyeyê li ser Efrînê û Şehbayê dewam bike, dê operasyona Reqayê dewam neke."
Hemo wiha pê de çû: "Koma Ceyş-ul Tûvarê ku beriya operasyona Reqayê, bo parastina herêma Şehbayê ku di navbera Kobanê-Efrînê de ye, hatibû peywirdarkirin, eger êriş dewam bike, dê vegerin herêmên xwe. Li gorî ragihandina Sputnik Internationalê ku zanyariyên xwe spartin çavkaniyên ANFê, Hemo: Hêza parastina sereke ya Şehbayê Ceyş-ul Tûvar niha li Reqayê şer dike. Bi zelalî gotin ku êriş dewam bike wateya şerê li Reqayê namîne. Em jî di heman fikre de ne."
Hefteya borî li gundê Ayn Daqnayê ya li herêma Şehbayê di navbera şervanên YPGê û milîtanên ASAyê de ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dike de şer derketibû. Hatibû eşkerekirin ku şer ji ber xwestina pêşveçûna ASAyê derketiye.
Koda Nûçegihan: 70101
برچسب:
نویسنده: استخدام کار
تاريخ: يکشنبه
8 مرداد
1396 ساعت: 13:54