Endamekî rêveberiya PDKê yê di encûmena reveberiy Silêmanî-Helebçe de cîh digre, behsa pirsa civîna PDKê û Gorranê dike û li gor wî Gorran ji berpirsyariyê direve.
Fazil Beşaretî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK pir li benda Tevgera Gorran ma bo civînê, lê diyare Gorran nikare pêdeçûnê li ser siyaseta xwe bike, ji ber di heyama borî de ewqas peyamên tund derbarê PDKê de li ragehandinan de dane ku naha nikarin paşde gav bavêjin ji wan nêrînên xwe, yan jî pêdaçûnekê li ser helwêstê xwe bikin. Ji ber vê nikarin pêş de gav bavêjin û biryarek zelal vê derbarê de bidin.’’
Herwaha diyar kir, vê demê de pêş de gav avêtin bo hemû aliyan berpirsyariye û nabe xwe ji vê bidizin.
Beşaretî got: ‘’YNK û PDK li hev civiyan, ji ber PDK nabe raweste ka Gorran dê bersiv bide yan na. ji ber vê jî gotûbêjan li gel YNKê û partiyên din dike ku pirsa parlamentoyê zelal bike.’’
Koda Nûçegihan: 70101
کۆدی بابهت: 77705 | بهروار: ۱۳۹۶/۵/۱۸ | کاتژمێر: 15 : 27
برچسب:
نویسنده: استخدام کار