Barzanî derbarê binpêkirina destûra Iraqê jî zelal kir, ji piştî 2003an ve hikûmeta Iraqê nêzîkî 55 madeyên destûrê binpê kirin, ku piraniya gelê Iraqê deng dabû wê destûrê. Hevdem jî Kurd û Sune jî hatin perawîzkirin.
Barzanî tekez kir, Kurd hewleke mezin da ku welatekî federal li Iraqê peyda bibe û di 2004an de rêjeya Kurd di artêşa Iraqê de ji sedî 40, lê niha ew rêje sifir e.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî da, çend caran ragihandine, heger Iraq di binpêkirina destûrê berdewam be, Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê namîne.
Derbarê ewên ku dibêjin, dema birêvebirina referandûmê ne guncaw e, Barzanî ragihand, bila ew pêşniyaza dema guncaw bo referandûmê bikin û bedîlê wê zelal bikin.
Barzanî ragihand jî, heger ewên daxwaza paşxistina referandûmê dikin, ti elterntîveke wan a bihêz tune ye, bila daxwaza paşxistina referandûmê nekin, ji ber ku em bipaş naxin.
Koda Nûçegihan: 70101
برچسب:
نویسنده: استخدام کار