Desteya sîyasî ya Herêma Kurdistana Iraqê bi sefîrê Komara Islamî ya Îranê yê li Bexdayê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, desteya sîyasî ya Herêma Kurdistana Iraqê ku jibo hevdîtina digel rayedarên dewleta navendî çûye Bexdayê, îro bi sefîrê Komara Islamî ya Îranê yê li Bexdayê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Li vê hevdîtinê, desteya sîyasî ya Herêma Kurdistana Iraqê raporek libara hevdîtin û gotûbêjên xwe digel rayedarên iraqî li Bexdayê raberî Îrec Mescêdî sefîrê Îranê yê li Iraqê kir û her du alî libara peywendîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de axivîn.
Desteya sîyasî ya Herêma Kurdistana Iraqê ji Roj Nûrî Şaweys serokê şandeyê ji PDK`ê, Seidî Ehmed Pîre ji YNK`ê, Mihemed Elî ji Yekgirtûya Islamî ya Kurdistana Iraqê û Vîyan Dexîl nunera êzidîyan li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê pêk hatîye.
Li gorî raporan, desteya Herêma Kurdistana Iraqê jibo çareserkirina nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de giheştîye paytexta Iraqê û yek ji mêhwerên gotûbêjên vê desteyê jî, meseleya giştpirsîya Herêma Kurdistana Iraqê ye ku heta niha dewleta navendî ya Iraqê û gellek welatên navçê û cîhanê li dijî wê derketine.
Di vî halî de nivîsgeha serokwezîrtîya Iraqê ragihand ku gotûbêja digel desteya Herêma Kurdistana Iraqê soresor û kûr bû.
Koda Nûçegihan: 70101
کۆدی بابهت: 77975 | بهروار: ۱۳۹۶/۵/۲۴ | کاتژمێر: 17 : 5
برچسب:
نویسنده: استخدام کار