خرید بک لینک

Şanda giştprisiya Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtnên xwe yên Bexdayê de serdana balyozxaneyên Amerîka û Îranê kir.

Şanda Kurdistanê îro danê sibê 15-8-2017 li gel Balyozê Amerîkayê li Bexdayê Douglas Silliman civiya.

Civîna yekemîn a Şanda Kurdistanê demjimêr 10:00ê sibê li gel Balyozê Amerîka li Iraqê bû. Helwesta Amerîkayê eşkere ye, ku daxwaza paşxistina giştpirsiyê dike. Daxwaz ji serkirdetiya kurd kirine da ku giştpirsiyê paşbixin.”

Peyamnêrê Rûdawê bal kişande ser wê yekê, ku Amerîka dixwaze li Iraqê hemû alî bala xwe bidin ser şerê li dijî DAIŞê. Herwiha Amerîka ji bo hilbijartinên dema pêş piştgiriyê didin Heyder Ebadî û naxwazin mijara giştpirsiyê di vê proseyê de bibe pirsgirêk.

Li gorî gotina peyamnêrê me Şanda Kurdistanê ji Balyozê Amerîkayê re tekez kirine, ku dê giştpirsî di dema xwe de were kirin.

Peyamnêrê Rûdawê got: “Şanda Kurdistanê ji Balyozê Amerîkayê re ragihandiye, ku ti garantiyek nîne ka dê piştî hilbijartinan li Iraqê çi çêbibe.”

Şanda Kurdistanê piştî hevdîtina li gel Douglas Silliman, serdana Balyozxaneya Îranê li Iraqê kirin.

Biryare şand îro li gel Balyozê Tirkiyê herwiha li gel Emar Hekîm jî hevdîtinê bikin.

Koda Nûçegihan: 70101

کۆدی بابهت: 77974 | بهروار: ۱۳۹۶/۵/۲۴ | کاتژمێر: 16 : 26

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 24 مرداد 1396 ساعت: 20:28

صفحه بندی