Rêxistina terorîstî ya DAIŞê 5 fermandeyên xwe bi hêceta ku ji eniya şer reviyane, îdam kirin.
Malpera Iraqî ya “Alsumarianews” ragihandiye, duh li devera Ie ya parêzgeha Enbarê ya Iraqê, DAIŞê 5 fermandeyên xwe îdam kirin.
Li gorî agahiyên wê malperê, DAIŞ ew çekdarên xwe bi hêceta ku ji eniya şer reviyane, îdam kirine.
Navenda parêzgeha Enbarê, Rumadî, ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye rizgarkirin lê heta niha jî beşek mezin ji wê parêzgehê di destê DAIŞê de ye.
Koda Nûçegihan: 70101
کۆدی بابهت: 77973 | بهروار: ۱۳۹۶/۵/۲۴ | کاتژمێر: 15 : 37
برچسب:
نویسنده: استخدام کار