Hêzên hewayî yên Iraqê tevî Heşid El-Şeibî û DYA dest bi operesyona hewayî li hember çeteyên di bajarê Tilaferê de kirin.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê Mûhammed el Xidirî diyar kir, bajarê Tilaferê yê bi 80 kîlometreyan li rojavayê Mûsilê ye ji aliyê hêzên wan ve hatiye bombekirin.
Berdevk ji televîzyona El Sûmariya re axivî û diyar kir, operasyona bejahî wê piştî êrîşên hewayî dest pê bike.
Haşdî Şabî û leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî tevlî operasyona li Tilaferê dibin.
Tilafer ji sala 2014’an û vir ve ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye dagirkirin. Beriya wê, bajarekî ku bi giranî Ereb û Tirkmen lê dijiyan û nifûsa giştî ya bajêr 200 hezar bû.
Koda Nûçegihan: 70101
کۆدی بابهت: 77972 | بهروار: ۱۳۹۶/۵/۲۴ | کاتژمێر: 14 : 33
برچسب:
نویسنده: استخدام کار