خرید بک لینک
Li hemû taxên bajarê Reqqayê di navbera çekdarên kurd ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di nava çend seetên dawî 95 milîtanên terorîst hatin kuştin û gelek wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li taxa Rewda ku dikeve bakur rojhilatê bajêr 23, li taxa Mansûr a rojhilatê bajêr 12, li taxa Reşîd a rojhilatê bajêr 15, li taxa Berîd a bakur rojavayê bajêr 5, li taxa Nehda 17, li taxa Deriye ya rojavayê bajêr 7, li taxa Nezlit Şihadê 16 bi tevahî 95 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û gelek termên terorîstan jî ketin destê çekdarên YPGê.
Di şer û pevçûnan de gelek wesayîtên bombebarkirî hatine îmhakirin û amûrên şer ê rêxistinê ketine destê çekdaran. Li gorî zanyariyan rêxistinê di nava çend seetên dawî de şikestineke mezin xwariye.
Koda Nûçegihan: 70101

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 24 مرداد 1396 ساعت: 20:28

صفحه بندی