خرید بک لینک

Ebdulriza Rehmanî Fezlî Wezîrê karên hundir yê Îranê li rêûresma roja netewî ya Efxanistanê ji xebatên Têhranê bona zêdekirina hevkariyên tev Kabulê xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî Wezîrê karên hundir yê îranê li rêûresma Roja Netewî ya Efxanistanê ku li baylozxana vî welatî li Têhranê bi rê ket got: Wezareta karên hundir yê Îranê dixebite mijara hevkariyên tecarî, abûrî, sermayedanînê, pêşeyî, tranzît, zanistî û perwerdehî tev Efxanistanê zêdetir û berfirehtir bike.

Ebdulriza Rehmanî Fezlî bal kişande ser babetên hevpeş ên olî û çandî di navbera gelên Îranê û Efxanistanê û ragihand ku xebata Têhranê eva ye hevkariyên xwe tev Kabulê li babetên curbicur zêde bike.

Salvegera 98-an a serxwebûna Efxanistanê li baylozxana vî welatî li Têhranê bi rê ket.

Koda Nûçegihan: 70101

کۆدی بابهت: 78310 | بهروار: ۱۳۹۶/۵/۳۱ | کاتژمێر: 15 : 47

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 31 مرداد 1396 ساعت: 20:55

صفحه بندی