خرید بک لینک
Li gorî nûçeya NewsChaela nêzî PKKê Duran Kalkan di hevpeyvîna xwe de got: "Li Herêma Kurdistanê nîqaşa referandumê wekî propagandayekê xistin rojevê û bi vê yekê hewl didin ku bandorê li hin derdoran bikin û li dijî wan wekî propagandayê bi kar bînin."
Duran Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de rexne li biryara referandumê digre û dibêje: "Kî biryara vê referandumê dide? Sîstemeke ku referandumê dike, demokrasiyeke ku bi rê ve diçe nîne. Rêveberiyekê biryar standiye, lê ew rêveberî erkê ji kê digire? Sîstema ku erkê jê digire, dikare bi rê ve bibe? Ti ji van nîne. Ji aliyê civaka Kurd ve hatiye erêkirin? Ji aliyê siyaseta demokratîk a li çar parçeyan ve hatiye erêkirin? Kongreya neteweyî hatiye avakirin? Kî biryarê li ser vê referandûmê dide? Gotina 'ez ê bikim' xuyaye karê propagandayeke teng e."
Koda Nûçegihan: 70101

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 31 مرداد 1396 ساعت: 20:55

صفحه بندی