Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku helîkoptereke Amerîkî li peravên başûrê Yemenê ketiye.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat gotin: "Helîkoptera Amerîkayê Balck Hawk, roja 25ê Tebaxê bi dema herêmî li dor 7ê êvarê, dema ku firîna perwerdehiyê dikir, li 36 kîlomtre dûrahiya peravên başûrê Yemenê ketiye."
CENTCOMê herwiha diyar kir ku ji 6 kesên di helîkopterê de 5 ji wan hatine rizgarkirin û kesek jî winda ye ku lêgerîna bo wî berdewam dike.
Derbarê sedema ketina helîkopterê de ti agahî nehatin dayîn, lê hat ragihandin ku lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 78485 | بهروار: ۱۳۹۶/۶/۴ | کاتژمێر: 23 : 9
برچسب:
نویسنده: استخدام کار