Rojnameya Kurdî Welat dest bi weşanê bike. Hejmara pêşî ya rojnameyê bi manşêta, ‘NAŞIKE û NAKEVE’ dest bi weşanê kir.
Di nav saziyên çapemeniyê de yên ku ji hêla hikûmetê ve hatine girtin tekane rojnameya bi Kurdî Rojeva Medya jî hebû. Piştî ku Rojeva Medya hate girtin rojnameya Kurdî ev valahî di nav çend saetan de dagirt.
Li Amedê komeke rojnamevanan hatin cem hev û rojnameya Welat derxistin.
Manşêta pêşî ya rojnameyê wiha bû: ’NAŞIKE û NAKEVE’. Welat wê weke Rojeva Medya rojane derkeve û bi Kurdî were ber xwendekarên xwe.
Koda kurmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 78483 | بهروار: ۱۳۹۶/۶/۴ | کاتژمێر: 23 : 6
برچسب:
نویسنده: استخدام کار