
Erdoxan diçe Îranê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî got: Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoxan di demeke nêzîk de di çarçoveya pêwendiyên nû di navbera her du welatan de, serdana Îranê dike.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Qasimî ragihand ku, ew dê dema serdana Serokê Tirkiyê di demeke nêzîk de ragihînin û got, serdan di çarçoveya qonaxeke nû di pêwendiyên her du welatan de pêk tê.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku serdana dawî ya Sererkanê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî ya Tirkiyê nîşaneya wê yekê bû ku pêwendiyên her du welatan her diçe baştir dibin.
Tê çaverêkirin ku di serdana Erdogan ya Îranê de, li ser babetên hevkariya leşkerî, pirsên sînor û pêşhateyên herî dawî yên herêmî gotûbêj werin kirin.
Koda kurrmanciyê: 70101
کۆدی بابهت: 78589 | بهروار: ۱۳۹۶/۶/۶ | کاتژمێر: 19 : 0
ناردنی بۆچوون
برچسب:
نویسنده: استخدام کار