Cîgirê wezîrê Îranê yê karên derve got: Tehran piştgiriya serwerî û yekparçetiya Sûryeyê dike û parçebûna wî welatî wekî gefeka mezin dibîne.
Li gor rapora Kurdpress'ê, Hisên Emîrebdullahiyan di hevpeyvîna li gel ÎRNA'yê de got: Hevdem li gel destpêkirina gotûbêjên Sûryeyê yên li Cenevê, em ê sibe li Tehranê li gel qaymeqamê wezareta karên derve ya Sûryeyê civînekê li dar bixînin.
Wî herwiha got: Çarenivîsa Sûryeyê tenê divê ji aliyê gelê wî welatî ve bê diyarkirin û Tehran wê pêştgiriya xwe ya bo Sûryeyê ji bo têkoşîna li hember terorê, çareserkirina kirîzê bi riyên demokratîk û herwiha parastina yekîtî û serweriya wî welatî bidomîne.
Emîrebdullahiyan wiha berdewam kir: Civîna Cenevê tenê riya çareserkirina kirîza Sûryeyê bi rêbazên demokratîk hêsan dike, lê ti car nikare dewsa îrade û hilbijartina gelê wî welatî bigire.
Wî herwiha got: Nabe destûr bê dayîn ku rêxistinên terorê agirbestê ji xwe re wekî derfetekê ji bo birêxistikirin û xurtkirina xwe bi kar bînin.
کۆدی بابهت: 54227 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۲۴ | کاتژمێر: 18 : 18
برچسب:
نویسنده: استخدام کار